NECİP ULUDİL: MIROV ZIMAN Û ÎSLAM

TAKİP ET

Her çiqas sernivîsa nivîsa min ev jî be armanca hemû ol û ramanên cîhanê, pêkanîna edaletê ye ji bo mirovan. Mirov ji hemû afirandîyan ê herî kamil e. Rastî jî carinan ji min tê pirsin; aferîner kî ye? Bi rastî, ez dikarim bi yek peyvê û bi kurtî bibersivînim: Ez wekî mirovekî projeya Xweda me. 

Dema ku behsa Aferîner tê kirin, her ol û zimanên cîhanê bi awayekî cuda nav lê dikin. Mînak, ereb ji aferîner re Ellah, kurd Xweda, tirk jî Tengrî yan jî Tanrı dibêjin. Komînîst û Ateîst ‘dayîka xweza’ yan jî ‘made’ dibêjin. Çi dibêjin bila bibêjin di encamê de mebest ‘aferînerê mezin’ e. Di dinê de tu mejî nikare aferînerê mezin înkar bike. Tenê gotina wan ji bo peyvên li jor e. Wekî din, ew nikare yê ku ew afirandiye înkar bike, ji ber ku dizane ew hatiye afirandin. Mirov heyîyekî tekûz e loma hez dike û hesûdî dike. Yanî mirov hezker û hesûd e, bi êş û jan e,  bi ken û girîn e û bêguneh û zordest e. Dema mirov tê gotin piranî mirovê yekem,  Pêxember Adem tê hişê mirov; ger ew nebe jî kesekî ji bilî me tê hişê me. Lê dema ez mirov dibêjim mebesta min tu yî û ez im. Mirovê li jor afirandina wî hate pênasekirin ez û tû ne. Mirovê dikene û digirî, zordest û bêguneh, hesûd û hezker tu yî. Belê ji ber taybetiyên mirovî em tev hesûdî dikin lê mirovê ez jê çavnebarî dikim û yê tu çavnebarî dikî ne yek e.


Belê em hez dikin lê mirovê ez jê hez dikim û yê tu jê hez dikî ne heman mirov e. Belê êş û jana me tevan heye lê ev êş û jan li kû dera mejî û laşê me de ye, tenê xwedîyê êşê dizane. Dema em hevûdû bi rikdarî hesûdî bikin, zordestîya me derdikeve holê; ku em bi evînî ji hev hez bikin bêgunehîya me derdikeve holê. Helbet ev diyarde di afirandina hemû mirovan de heye. Hemû dahênanên di dinê de; keştî, balafir, avahî, siware, kombers, telefon û televizyon di mejiyê mirovekî tenê de jî heye. Heke temenê mirovekî hezar katrilyon sal be van dahênanan tev dikare çêke.

Her mirovek xwediyê taybetîyên hemû mirovan e; loma ew jî wekî me ne. Em her dem ji xwe re çi bixwazin ji yên hemberên xwe re jî dê heman tiştî bixwazin; reng û ziman û dîn nîjada wan çi dibe bila bibe. Tiştên em naxwazin li me bê kirin çi dibe bila bibe em ê nexwazin li wan jî bê kirin. Encax bi vî awayî em bi dadî tev bigerin em ê bikarin pergaleke hiqûqa mirovîn a gerdûnî ava bikin. Divê were gotin dijminê min tune. Divê çi hewldan ji dest tê, were dayîn ji bo bigehîjin cihaneke di bin serwerîya dostî û aştîyeke civakî ya ku mirovahîyê dide pêş. Mirov ji aliyê afirandinê ve bi diyardeyên qencî û xerabî hatîye afirandin. Qencî jî xerabî jî di min de ye û bi min re dijî û bi min re jî xelas dibe. Me melek gotîye ji bo qencîya di mejîyê xwe de û xerabîyê re jî şeytan; wiha azmûna mirov a bi xwe re destpê dike û qeder derdive holê. 


Dema qeder tê gotin gelek ji me tiştek fam nake lê rastîya xwe de pir hêsan e. Qeder du awayan tê famkirin: yek bijarbar e û ya din nebijarbar e. Tiştên ku ji destê mirov nayên nebijarbar in. Dem û dora dema jidayîkbûnê û dema mirinê tune. Mirov dê bibe zarokên kîjan dê û bavê, ew ne di destê kesan de ye. Qedera bijarbar di destê te de ye û tu xêr jî bikî guneh jî bikî di destê te de ye. Ev azmûna te ye: yanî pêvajoya di navbera zayîn û mirinê de di destê te de ye. Wekî carinan dibêjin ‘qedera min ev e’ û qebûlkirina neyînîyan bi pêşînî tune, mecbûr î kêrî xwe û mirovahîyê werî. Rev tune. Bi giştî em tev ji ber kêmasîyên ji bo tiştên em serneketine vê dibêjin: ax qedera min, ax bextê min, ax felek, wax qismet nebûye… Bi gotina van re wisa ye ku em radestî neyînîyan dibin. Têkçûnên xwe em li van peyvan bar dikin û hîç xwe pirsyarî nakin: gelo ez li kû sist mam.  Em nabêjin ‘min li kû şaşî kir?’ ‘çima min pêk neanî?’. Lê em mecbur in ji bo rêya rastîyê bibînin bi sebr û rikdarî li pey qencî û durustîyê herin û dest bixin. Em ê dest bixin. 
Hişmendîya civakî ya bi bawerîya bi toreyê hatiye hevîrkirin, hêj bi şiroveya jiyana gerdûnî û hemdem nehatiye bersivandin. Ev bi sedsalan e li ser gelekî ku hatiye gotin ‘şerm e, guneh e’ û wisa hestên wî hatine xitimandin û li dijî zilm û zilimkaran ji bo berxwedanê hêj mejîyê xwe de safî nebûye û pirsgirêkên xwe nepirsiye. Mirovên xweşik ên derfet nedîtine rindîyan û xeyalên newaze derbasî jiyanê bikin, dê çawa ramaneke gerdûnî dest bixin? Ji me re behsa taybetmendîya mirovahîya mirovan nehatiye kirin, tenê taybetmendiyên wan raman, ol, partî û serokên alîgirên wan in hatine vegotin û cudahî û dijmintîya wan anîne ziman. 


Niha em vê dibêjin: di cîhanê de ji ber tu sedemê bila tu mirov neyê kuştin, ger sedemek hebe wî mirovî bigire hezar sal ceza bike; lêbelê nekuje. Êdi bes e! Nahêje ku xweşî bibine gorîya rik û dijmintîyê. Loma kuştin xelasîya her tiştî ye û destpêka êş û janan e. Ev temen bi qasî wê êş û janê bikişe ne dirêj e. Nahêje, bibexşîne. Di navbera mirovan de cudahî hene û dê hebin jî. Lê bila cudahî nebine sedema kîndarîyê û dijmintîyê, em her dem bi hev re axaftinê hilbijêrin û gazîya aştî û biratîyê bikin. Bi giştî cudahîyên me yên olî û zimanî berîya yên bedenî û zîhnî tên. Loma em nizanin bûyer û şiroveyan ji hev re vebêjin. Bi zimanê cuda diaxivin û xwedîyê ol, bawerî û ramanên cuda ne. Dema Îslam tê gotin maf û edaleta ji mirovê yekem Adem heta mirovê dawî, tê bîra min. Dema misilman tê gotin dîsa ji 8 mîlyar mirovan yên ku maf û edaletê pêk tînin tên bîra min. Heke bê gotin çima? Bi qasî ji me re hatiye gotin pêxemberê me ji dema xwe heta mirovê dawî, ji bo ecinî û mirovan wekî pêxemberê dilovanîyê hatiye şandin. Xweda rebê gerdûnê ye. Ji hemû mirovan re di heman nêzikîyê de ye; ne dostê tu kesî ye ne jî dijmin. Kî bi qasê zilaqekê çi bike dê ew derkeve pêşîyê. Xweda ne YARê tu kesî ye ne jî NEYARê tu kesî ye. Xweda di sûreya Maîde ayeta 69. û sûreya Beqere ayeta 62. de wiha ferman dike: “Heke Cihû, File û Sabîî bawerî û karên qenc bikin ji wan re tirs tune û hîç xemgîn nabin.” 
Nevîyekî min ê bi navê Mihemed Xan heye û ji min pirsî: Bapîr! Nimêj çi ye? Li gor min nimêj hînbûneke nûwaze ye ku divê ji pênc danên rojê bi teqez sê dan destnimêj were girtin.  Ev jî mirov ji aliyê bedenê ve dike kesekî herî paqij. Min jî, ne bi zanîna giştî, vê jê re got: Ji bo min nimêj, beriya derketina rojê mirov rabe serçavê xwe û pîyên xwe bişo, pişt re jî nesekine û werzîşê bike yanî nimêj bike. Pişt re dîsa rawestan tune, divê meditasyon û yoga were kirin, lê ne wekî Bûdîst û Hîndûyan. Misilman piştî nimêj kir, her du desten xwe radike hewa û ji bo jiyana wî baştir bibore ji Xwedayê mezin re dua dike. Şiroveya duyem a nimêjê wiha vedibêjim: Nimêj nîşandana bingeh û rêzikên bi fîgurên werzîşî yên olî ne. Loma kesên xwe ji nifşên cuda dibinin re wiha bê gotin çêtir fam dikin. 
Dîsa dema pirsa helal û heramîya di İslamê de tê kirin; pir kurt bersiv didim û dibêjim: Tiştên ne yên te bin û ziyanê bidin te heram in; tiştên yên te bin û kêrî te were helal in. Loma ji te û Xweda pêştir kesek vê nizane. Yanî tu bi xwe dikarî xwe kontrol bikî. Dîsa dibêjim em nizanin bi mirovan re hevaxaftinê bikin. Em wan cuda dibinin; yanî em wan cihêreng dibînin û dibêjin ne ji raman, ziman û ola me ne û eleqedar nabin. Lêbelê hemû mirovên cîhanê şayanî heman maf û rûmetê ne. Xweda mirov xerab neafirandine; sedemên cuda hene ku mirovan ber bi neyînîyan ve kaş dikin. Heta ew nebêjin em pê nizanin. Yanî derfetên neyînî ew xerab kirîye. Di rastîya xwe de ew ne xerab e. Ji ber vê ye di destpêkê de em li hev nayên lê dema em rûnin û biaxivin, em ê bibinin ku tu cudahîyên me ji hev tune. 


Derdê hemû mirovên cîhanê li gor wan heye. Hemû mirov bêyî ku zirarê bidine kesan dixwazin azad bijîn. Ew jî dixwaze jiyanê wekî te bi rûmet û têr û tijî bijî. Ew jî dixwaze li balafir, keştî û siwareyên herî xweşik siwar bibe. Ew jî wekî te dixwaze dê, bav, xwişk û birayên xwe kêfxweş bibîne. Ew jî wekî te dixwaze bixwîne û bibe xwedî pîşe. Ew jî wekî te dixwaze kinc lixwe bike.


Ji bo we tevan silav û rêz…"


10/05/2022
Necip ULUDİL

Haber: Şahsı tarafından kaleme alınmış ve herhangi bir hak ile mahkeme kararları yazarlara aittir. İşletmemizi bağlamaz.