We dîlberê, kezîzerê
Sohtime ez hêj ta berê
Xwe nizanit ka kîderê
Dil birîn kir,dil birîn
Dil girêda,hişt li wê da
Brûsk û bagerê lêda
Agirê Nemrûd li pê da
Dil birîn kir,dil birîn
Weke dojeh min disoje
Çiqa sal û meh û roj e
Dil bi kêrê vedîroje
Dil birîn kir,dil birîn
Hemi gavan, her bizavan
Bi awirên her du çavan
Bû agir berbû hinavan
Dil birîn kir,dil birîn
Wê hingavtim,peritandim
Bi evînê şewitandim
Ez ji min girtim û standim
Dil birîn kir,dil birîn
Biskên xelek,çehvên belek
Ji agirî bûne pelek
Avête nav dil peşgelek
Dil birîn kil, dil birîn
Wê ciwanê,merg û canê
Sohtiye dil nayê tanê
Leylan û bûka baranê
Dil birîn kir,dil birîn
Agir weşand,nav dil reşand
Gelek êşand û herişand
Derman û çare bo neşand
Dil birîn kir,dil birîn
Perde êxist,dil derêxist
Awirek avêt û lêxist
Agirê Newroz'ê vêxist
Dil birîn kir,dil birîn
Di hindava kevneava
Agirek berda Nînawa
Dame bin çakûçé Kawa
Dil birîn kir,dil birîn
Serî rakir,rewş xuya kir
Ji tariyê xwe zuha kir
Dame ber gurriya agir
Dil birîn kir,dil birîn
Dost û heval,Zerdeşt'ê kal
Gurz û rima Rostem'ê Zal
Bî çakûçê kawa her sal
Dil şirîn kir,dil şirîn