Niha li nik te nînim
Lêbelê te dibînim
Di naw doz û daxwazan
Li cem xwe dihebînim
Gelek bîra te dikim
Li pey te diherikim
Nagîje te destê min
Dûr im,nizanim çi kim
Tu naw dilê min de yî
Pelê sor î bin de yî
Çenda ji min tu dûr î
Dîsa ba min zinde yî
Tu daxwaz î tu doz î
Di naw dil de bahoz î
Îro ji min tu dûr î
Lê li ba min pîroz î
Te dil birîn kiriye
Mefer ji min biriye
Ez kelegirî dibim
Lê çare ne girî ye
Dilê min dişewite
Bêyî te natebite
Axîn û keserên kûr
Naw kezebê tên ji te
Ez ne bi şad û şeng im
Xwe bi xwe şer û ceng im
Ji kûr û dûr dinalım
Bê aram û dilteng im
Xemla kesk û sor û zer
Ji ber çavan naçe der
Nikarim te bîr bikim
Bi dilê bûyî çar kger
Tu welat î,tu war î
Li Cihanê diyar î
Di naw mejî û dil de
Tu yek doz î,ne çar î
Xudan dikim te bi can
Di naw dil bi kelecan
Doz û daxwaza min î
Welatê min Kurdistan
Şems POLAT
Dadparêz-Stenbol