Hişyar bibe, xwe bihese
Ka tu kê yî,kê çi kes e
Nîr û zincîran werese
Êdî bes e, êdî bes e
Serhatiya xwe bîr bîne
Li ber çavan bigerîne
Ev çi jîn e, ev çi şîn e
Rabe iro têkaşîn e
Serê çiya mala te ye
Penah û berpala te ye
Roj li esman ala te ye
Newroz û sersala te ye
Dijmin ji te pir ditirse
Ta hatiyê dilerize
Bo çi tu mayî şepirze
Rabe mafê xwe bipirse
Were ser xwe,hawar gazî
Serbilind û serfirazî
Serbikeve vî evrazî
Bila rabe belengazî
Baweriya xwe geş bike
Di naw welat hevbeş bike
Xebatek baş û xweş bike
Rûyê neyar tew reş bike
Hezar salan hatî ketin
Heta îro têyî dotin
Çima herro bêyî sotin
Ma ne bes e hinde gotin
Hişyar bibe xwe bihese
Ka tu kêyî,kê çi kes e
Nîr û zincîran werese
Êdî bes e,êdî bes e
Şems POLAT
Dadparêz-Stenbol