Hêvîdar e,bendewar e
Di naw warê xwe bê war e
Qêrîn û heylo hawar e
Hey hawar e,hey hawar
Li her deran û hemberan
Bi gerden û sing û beran
Dame ber tîr û xenceran
Hey hawar e,hey hawar
Gula rezî,dil digezî
Dîn û har bûne lê kezî
Ber bi min hatiba xwezî
Hey hawar e,hey hawar
Dest hilanî,dil deranî
Da ber xwe rakir û danî
Axîn ji kezebê anî
Hey hawar e,hey hawar
Bisk û xalan,bi sîqalan
Bi wan birh û bi çengalan
Dil kişand bi nalenalan
Hey hawar e,hey hawar
Her çar ciyan,serê çiyan
Di naw zozan û baniyan
Dil bir,da ber çavkaniyan
Hey hawar e,hey hawar
Xwe dengbêj e,xweş dibêje
Kebanî ye nan dîpêje
Ronîkên çavan dirêje
Hey hawar e,hey hawar
Hunermend e,xwedî fend e
Çand û ziman dewlemend e
Kes nizane temen çend e
Hey hawar e,hey hawar
Vê çavreşê,peyiv xweşê
Bejnûbala û vê meşê
Hez diket bê,velê neşê
Hey hawar e,hey hawar
Terrûtaze,bejin saz e
Zeriya ber bi miraz e
Dilê kul ji min dixwaze
Hey hawar e,hay hawar
Rînd û çak e,qenc û pak e
Wek stêrka şev ronak e
Dike dil ji min cuda ke
Hey hawar e,hey hawar
Cihê geştê,naw Biheştê
Ew firîşteh li min xweş tê
Dil çawan dît,ço giheştê
Hey hawar e,hey hawar
Şems Polat
Dadparêz-Stenbol